Li Menbicê ciwanekî 24 salî hat kuştin

Li navçeya Menbicê grûpeke nenas xortekî 24 salî revandin û paşê jî ew kuşt.

08.11.2023, Çar - 07:48

Li Menbicê ciwanekî 24 salî hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li Minbicê ciwanê bi navê Hikmet Elî Nasir yê 24 salî li ser daxwaza hevalekî xwe diçe cihekî.

Piştî wê bi saetekê, ji telefona wî hinek bi malbata wî re diaxifin, dibêje kurê we li cem me ye û eger hûn 300 hezar dolar bidin ew dê wî serbest berdin.

Malbata wî dibêje ku ew nikarin 300 hezar dolar bidin, tenê 10 hezar dolarên wan hene.

Piştî 2 saetan careke din telefon dikin û daxwaza 25 hezar dolar dikin.

Roja din li hev dikin ku li cihekî pereyan radest bikin, diçin cihekî, 2 kes ji wê girûpê peran dibin lê di cih de asayîş wan digire.

Ew her du kes îtîraf dikin ku 2 kesên din jî bi wan re hene û wan Hikmet Elî Nasir kuştiye.

Piştî 2 rojan, asayîş her 4 endamên wê girûpê digire û termê Hikmet radestî malbata wî dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 444 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:57:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x