Hejmara nû ya Psychology Kurdî derket!

Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya 18an derket pêşberî xwendevanan.

17.04.2024, Çar - 13:10

Hejmara nû ya Psychology Kurdî derket!
Nuçe Belav bike

Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya 18an derket pêşberî xwendevanan. Kovara ku  ji sala 2016an ve ji çar mehan carekê tê weşandin her hejmar cih dide dosyeyeke taybet û nivîsên têkildarî derûnnasiyê yên curbicur. Edîtoryaya kovarê di vê hejmara Psychology Kurdî ya nû de dîsa cih daye mijareke girîng ku navê dosyeyê "Têkilî û Malbat"ê. Ev hejmar bi gelek nivîs û gotarên curbicur ku li ser malbat û têkiliyan hatine nivîsîn  derdikeve pêşberî me.

Di vê hejmara nû de naverok bi vî awayî ye:

 Têkiliya Malbatî, Tendirustî û Trawmaya Nifşguhêzî: Jan Ilhan Kizilhan, Wergera ji Îngilîzî: Bilal Öztunç.

 Şideta Nav Malbatê û Zarok: Gülperi Gündüz.

 Ragihandina Navmalbatî û Serkeftina Dibistanê: Enver İleri.

Hevpeyvîn bi Sezai Halifeoğlu re: Wergera ji Tirkî: Aydin Rengîn. 

Norobiyolojiya Evînê û Têkiliyên Nêz: Azad Dildar. 

Hin Ponijîn li ser Malbatê: Yusuf Atabay.

Îstîsmara Hestî ya li Hember Zarokan: Siyabend Aslan.

Teoriya Girêdanê: Leyla Turhan.

Hevberdan û Bandora Wê li Zarokan: Fatma Zehra Gemi, Samed Doğan.

Tutumê Keye û Psikolojîyê Domanan: Erdal Gül.

Bandora Cureyên Malbatan li Şîzofreniyê û Şîroveyên Derbarê Nêzîkahîtêdanên Wê: Mehmet Ali Erol. 

Ne/pêkaniya Herka Civakî di Romana Zadie Smithê ya bi Navê Diranên Spî de: Hoşeng Nizarî.

Stres: Hataw Ahmed Sharıf: Wergera ji Soranî: Mehmet Ali Erol.

Pirs û Bersiv bi Medenî Ferho re: Psychology Kurdî 

Termên Derûnnasiyê: Psychology Kurdî.

Kovara ku di bin banê Avestayê de weşanê dike bi edîtoriya Abdulsittar Özmen, Siyabend Aslan, Samed Doğan, Leyla Turhan û Gülperî Gündüz ve tê birêvebirin.
Xwendevan dikarin hejmara nû ya Psychology Kurdî û hejmarên wê yên dîtir ji malpera www.avestakitap.com, ji malperên dîtir û ji pirtûkfiroşan peyda bikin.

Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:08:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x