Barzanî: Em hê ji Iraqê bêhêvî nebûne, hêvî nemîne em ê şêwra gel bistînin

Piştî ku doh 3yê Adarê Parlamentoya Iraqê bêyî guhdana daxwazên kurdan budçeya Iraqê pesend kir, îro 4ê Adarê Desteya Wezîrên Herêma Kurdistanê li ser mijarê bi awayekî awarte civiya. Piştî civînê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Heta niha jî em ne bêhêvî ne, lê heke em bêhêvî bibin, em ê şêwra gel bistînin.”

04.03.2018, Paz - 14:00

Barzanî: Em hê ji Iraqê bêhêvî nebûne, hêvî nemîne em ê şêwra gel bistînin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna rojnamevanî ya piştî civîna Desteya Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: "Heta niha jî em hîn bêhêvî nebûne û em dibêjin rê heye em pirsgirêkan çareser bikin, lê eger em bêhêvî bûn em ê bi eşkere ligel gelê Kurdistanê gotûbêj bikin."

Barzanî da xuyakirin, "Ji ber ku pişka dadperwerî ya Kurdistanê di budçeyê de nehatiye cîbicîkirin gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê pir nîgeran in."

Nêçîrvan Barzanî destûra Iraqê wekî rêya çareseriyê destnîşan kir û li ser helwesta Herêma Kurdistanê got, "Helwesta me nehatiye guhertin û em dixwazin pirsgirêkên ligel Bexdayê bi rêya diyalogê werin çareserkirin."

Barzanî da zanîn, ew dê piştî gotûbêjkirina bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re biryara xwe bidin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1282 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:27:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x