Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mithat Sancar dest ji hevserokatiya partiyê berdidin.
Herdu hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ku beşdarî televîzyonekî nêzîkî PKKê bûn gotin "Di kongreya ku bê lidarxistin de em dê nebin berbijêrê hevserokatiyê. Me biryar da ku em di kongreyê de peywireke nû wernegirin. Em dê erka xwe ya hevserokatiyê ji hevalên din re bihêlin.”