Alîgiran îsyan kir: Amedspor dê kongreya xwe li dar bixe

Serokê Amedsporê Azîz Elaldi, piştî nerazîbûna alîgirên tîmê biryara lidarxistina kongreyê da.

28.10.2024, Pts - 10:21

Alîgiran îsyan kir: Amedspor dê kongreya xwe li dar bixe
Nuçe Belav bike

Amedspor û Pendîkspor duh li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê di maça Hefteya 10emîn a Lîga Yekemîn de hatin pêşberî hev.

Amedspor li hemberî Pendîksporê bi encama 1-0 têk çû.

Piştî vê encamê, gelek alîgirên Amedsporê nerazîbûna xwe nîşan da û wan xwest birêvebiriya Amedsporê û rahênerê tîmê îstifa bike.

Piştî nerazîbûnan Azîz Elaldi bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dê kongreya xwe li dar bixin.

Azîz Elaldi wiha got:

“Alîgirên hêja yên Amedsporê, di dema wezîfeya xwe de min û lijneya xwe ya birêvebir ji bo serkeftina klûba xwe hemû derfetên xwe seferber kirin.

Her çend pirsgirêkên tenduristiyê yên min û malbata min hebûn jî wekî evîndarê Amedsporê, me bi hevalên xwe re hewl da ku xebatên xwe bidomînin.

Ez û hevalên min ji ber ku me bi başî dest bi lîgê nekir, gelekî xemgîn bûne.

Ez bawer dikim ku bi guherîna di klûba me de tîma me dê di heyameke nêzîk de bigihêje ciheke baş.

Ez dê ji ber vê sedemê li gel lijneya xwe ya birêvebir di zûtirîn dem de biryara kongreyê bidim û civata mezin a Amedsporê agahdar bikim.

Divê her kes bizane ku ez û hevalên xwe wekî duh û îro em dê sibê jî xizmeta Amedsporê bikin.

Her bijî Amedspor.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 201 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:47:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x