Bi fermana Mesrûr Barzanî Xankê bû nahiye

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, komelgeha Xankê ya ser bi bajarokê Sêmêl yê Duhokê, bû nahiye.

14 Hezîran 2022 - 03:09
14 Hezîran 2022 - 03:09
 0
Bi fermana Mesrûr Barzanî Xankê bû nahiye

Li gor daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyarî, di berdewama pêngavên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo nahiyekirin û navçekirina deverên Herêma Kurdistanê, da ku hêsankarî ji bo karûbarên welatiyan were kirin, do 13ê Hezîrana 2022yan de, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, komelgeha Xankê ya ser bi qezaya Sêmêl a li sînorê parêzgeha Duhokê, bû nahiye.

Fermangeha Medya û Zanyarî eşkere kir, ji roja derçûna vê fermanê ve, rêkarên îdarî yên pêwîst ên ji bo vê mebestê, têne cîbicîkirin.

Ev nûçe bi tevahî 745 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:29:57