Biryara girtina Talebanî hilweşiya

Biryara girtina Serokê Encûmena Bajarê Kerkûkê Rêbwar Talebanî ku ji aliyê dadgehê ve hatibû dayîn hilweşiya.

5 Hezîran 2018 - 02:58
5 Hezîran 2018 - 02:58
 0
Biryara girtina Talebanî hilweşiya

Serokê Encûmena Bajarê Kerkûkê Rêbwar Talebanî di axaftina xwe ya çapemeniyeke Kurdistanê de got: "Cebheya Tirkumenî li pişt wê fişara ser desteya nezahet a dadgehê bû daku fermana girtinê der bikin."

Rêbwar Talebanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ew dadwerê ferman derkirî kurd bû û ketibû bin bandora Cebheya Tirkumenî û sikala jî li dijî wî dadwerî tomar dikim."

Talebanî di axaftina xwe de ji bo helwesta Barzanî got: "Di pirsên netewî de her dem piştgiriya min dikir. Digel ku ez bi ser Yekgirtûyê bûm jî lê jêre ne giring bû ez bi ser kîjan aliyê siyasî ve bim, tekez kir ku bo min piştgiriya Serok Barzanî şanaziyeke mezine."

Hêjayî gotinêye ku duhî dadgeheke Kerkûkê biryara girtina Rêbwar Talebanî deranîbû û ofîsa çapemenî ya Barzanî bi daxuyaniyekê piştgiriya Rêbwar Talebanî kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 1369 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:35:20