Duhok – Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî 50 dibistanan nûjen dike
Li Duhok û Zaxo, Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî 50 dibistan tên nûjen kirin û berî xwandina sala nû destpê bike karê nûjen kirina wan dê bên temam kirin.

Berpirsê ofîsa Duhokê yê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Ebdulwahid Etrûşî di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Li Zaxo, Akrê û Amêdiyê nûnertiya me heye, projeyekî giring ji bo nûjen kirina dibistanên sînorê parêzgeha Duhok û îdareya serbixwe ya Zaxo hatiye amade kirin, ku lîste bi hewkariya rêveberiya giştî ya perwerdê ve bi awayekî baş hatiye amade kirin.’’
Rêveberê giştî yê perwerdeya parêzgeha Duhokê Omer Elî jî ragehand: ‘’Dê sûdeke zêde ya vê projeyê bo Duhok û Zaxo hebe û bêguman ev proje dê bibe sedemê baştirbûna asta perwerdeya li sînorê me.’’
Berpirsê ofîsa Duhokê yê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî jî teqez kir: ‘’Berî ku sala nû ya xwandinê destpê bike, projeyê emê temam bikin. Ev proje ji bo nûjen kirina dibistanan û çar qonaxan xwe digre, boye kirina dîwaran, çêkirin û guhertina derî û pencereyên dibistanan, dabîn kirina aliyên tenduristî û pêdiviyên xweparêzî, herwaha elektrîk bi awayekî baş dê dibistan bên çêkirin.’’
Nûvekirina herî dawî: 02:27:49