Fraksiyona PDK: PDK ne li dijî sererastkirina yasaya hilbijartinan e

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Zana Mela Xalid ragihand, ti nerazîtiya PDKê li ser sererastkirina yasaya hilbijartinan nîne.

23 Çile 2023 - 08:27
23 Çile 2023 - 08:27
 0
Fraksiyona PDK: PDK ne li dijî sererastkirina yasaya hilbijartinan e

Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê di konfraseke rojnamevanî de ragihand, ew PDK bi wê yekê re ye ku hilbijartinên îsal bên lidarxistin û divê astengiyên li pêşiya hilbijartinan bên rakirin.

Got jî, niha dema sererastkirina yasaya hilbijartinan e û PDK ne li dijî wê yekê ye ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi awayê firehbazneyî (4 bazneyan) bê kirin û ji bo vê yekê jî dê bikevin nava danûstandinan.

Ev nûçe bi tevahî 462 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:51:14