Nêçîrvan Barzanî: Rêzgirtina li her zanayekî, rêzgirtina li nasname û dîroka me ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma xelatkirina de Serokê Enstîtuya Lêkolînên Kurdî li Berlînê Diktor Feryad Fazil û got: “Rêzgirtina li her zanayekî, rêzgirtina li nasname û dîroka me ye.”

23 Çile 2023 - 08:25
23 Çile 2023 - 08:25
 0
Nêçîrvan Barzanî: Rêzgirtina li her zanayekî, rêzgirtina li nasname û dîroka me ye

Îro di merasîmekê de, Serokê Enstîtuya Lêkolînên Kurdî li Berlînê Diktor Feryad Fazil hat xelatkirin ku ji aliyê Zanîngeha Selahedîn, Akademiya Kurdî û Parêzgariya Hewlêrê ve hatibû birêkxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê li merasîmê amade bû û di gotarek de got ku Diktor Feryad Fazil gelek xizmet ji dîrok û wêjeya Kurdî re kiriye. Da zanîn jî, wî 44 pirtûk diyarî perwerdeya kurdî kirine.

Nêçîrvan Barzanî got jî: “Gelê Kurd li navxwe û derveyî welat xwedî çendîn bîrewer û zana ye ku hemû jî samana netewî pêk tînin.”

Tekezî li wê yekê jî kir: “Divê em di asta parastina ziman, çand û kultura Kurdî de bin.”

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, divê sîstema perwerdeyê li Kurdistanê di astekê de be ku bersivê bide pirsên demê û deriyê bîrewerî û afirîneriya xwendekaran veke.

Ev nûçe bi tevahî 414 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:53:20