Fraksiyona YNKê beşdarî civîna Parlemanê dibe

Parlemana Kurdistanê bi beşdariya hejmarek wezîrên hikûmetê dicive û rewşa sînorî, navçeyên Kurdistanî û rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê guftûgo dikin û nirxandina asta vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê dike.

27 Tîrmeh 2020 - 04:07
27 Tîrmeh 2020 - 04:07
 0
Fraksiyona YNKê beşdarî civîna Parlemanê dibe

Ev piştî wê tê, piştî ku rûniştina duhî ya Parlemana Kurdistanê li ser daxwaza Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hat paşxistin, Fraksiyona YNKê şeva bûrî di daxuyaniyekê de aşkere kir, ew beşdarî civîna îro ya Parlemanê dibin.

Di daxuyaniya Fraksiyona YNKê de hat, piştî civîna şeva bûrî ya di navbera PDK û YNKê de, bi armanca duristkirina zemîneke siyasî ya guncaw û libar di navbera tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê, Fraksiyona YNKê beşdarî rûniştina Parlemanê ya roja 27. 7. 2020an de dibe.

Ev jî piştî wê tê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi telefonê pêwendî bi Hevserokê YNKê Bafil Talebanî re kir û zemîneya rûniştina Parlemanê dirust kir.

Derbarê karnameya rûniştina îro ya Perlemanê, Cîgirê Seroka Parlemanê Hêmin Hewramî got: Di civînê de, pirojeyeke hikûmetê li ser desteberkirina mafên fermanberan, xwendina yekem bo sê pêşnyazên yasayî yên firkasiyonan, pesindkirina destvekişandina perlemantarekî Kurdistanê, xwendina raporta Komîteya Hevpişk a Pêşmerge û navçeyên Kurdistanî li ser rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê û peywendîyên Îraq û Herêma Kurdistanê li ser wan navçeyan tên guftûgokirin.

Ev nûçe bi tevahî 742 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:37:26