Heşdî Şabî li Xurmatû li ber şanda NY'ê bo asteng

Hat eşkerekirin ku Heşda Şeibî nehîştiye şandeka NY'ê serdana taxên Kurdan yên bajarê Xurmatû yê Başûrê Kurdistanê bike.

6 Berfanbar 2017 - 09:22
6 Berfanbar 2017 - 09:22
 0
Heşdî Şabî li Xurmatû li ber şanda NY'ê bo asteng

Endamê kurd yê parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ji televîzyona K24 re gotiye, çend roj berê şandeka NY çûbû bajarê Xurmatû da ku ji nêzîk de rewşa bajêr û wêraniyên ku Heşda Şeibî aniye serê Kurdan, bibîne lê Heşda Şeibî nehîştibû.

Her wiha Şaxewan Ebdullah daye zanîn ku wan raportek li ser hovîtî û wêrankariyên ku çekdarên Heşda Şeibî anîne serê kurdên Xurmatû, dane nûnertiya NY li Iraqê û wan jî soz dane li dû wê raportê biçin û derheqê wan wêrankariyan de lêkolîn û lêpirsînê bikin.

Çekdarên Heşda Şeibî û pasdarên Îranê şeva 16 Cotmehê ji bilî dagîrkirina Kerkûkê, bajarê Xurmatû jî dagîr kirin, bi sedan kurd kuştin, bi sedan malên wan teqandin û şewitandin û talan kirin, bi deh hezaran Kurd jî ji bajêr derxistin.

Ev nûçe bi tevahî 1655 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:48:03