Hevpeymaniya Millet bi rojeva erdhejê dicive

Serokên 6 partiyên opozîsyonê ku di nav Hevpeymaniya Millet de cih digrin îro Şemiyê bi rojeva erdheja Mereşê dicivin û dê rewşa heyî bê gotûbêjkirin.

18 Sibat 2023 - 07:11
18 Sibat 2023 - 07:11
 0
Hevpeymaniya Millet bi rojeva erdhejê dicive

Serokên CHPê, Partiya DEVA, Partiya Demokrat, Partiya Pêşerojê, Partiya Saadetê û ÎYÎ Partiyê îro Şemiyê 18ê Sibata 2023an li Navenda Giştî ya Partiya Saadetê bi rojeva erdheja 6ê Sibatê dicivin û dê erdhej û tiştên piştî erdhejê bên gotûbêjkirin.

Hevpeymaniya Millet herî dawî 26ê Çileya 2023an civiya bû û biryar hatibû dayîn ku 13ê Sibatê bi mazûvaniya Partiya Saadetê bicivin lê ji ber çêbûna erdheja Mereşê civîn nehatibû kirin.

Şeş partiyên opozîsyonê piştî civîna xwe ya herî dawî daxuyaniyek belav kiribûn û gotibûn: “Sîstema Hikûmeta Serokkomariyê ji bo dewleta me bûye pirsgirêka bekayê (Mayîndetî). Îhmalkirina îradeya milet bi îradeya kesekî, nîşaneya eşkere ya naskirina dewletê bi kesekî ye. Di civîna xwe ya îro de ji bo serketina hilbijartinan û birêvebirina welêt bi sîstemeke parlemanî ya bihêztir ku gelê me pir alîgirê vê yekê ye, me gavên berbiçav avêtin. Em dê Nexşeya Pêvajoya Veguhêz a ku em ê temam bikin, piştî nirxandina dawî, bi pêvajoya diyarkirina berbijêrê serokomariyê bi raya giştî re parve bikin."

Ev nûçe bi tevahî 709 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:58:14