Hewalgiriya Tirkiyê: Berpirsê rahênanê yê PKKê hat kuştin

Hewalgiriya Tirkiyê (MÎT) ragihand, bi operasyoneke taybet, Berpirsê Rahênanên teqemeniyan ên PKKê Umîd Tarhan hate kuştin.

31 Tebax 2022 - 08:30
31 Tebax 2022 - 08:30
 0
Hewalgiriya Tirkiyê: Berpirsê rahênanê yê PKKê hat kuştin

Li gor nûçeya ajansa “Anadolu”, Dezgeha Hewalgiriya Tirkiyê (MÎT) li çiyayê Garê operasyoneke taybet encam da û tê de Berpirsê Akademiyên PKKê yên Rahênana teqameniyan PKKê Umîd Tarhan hate kuştin.

Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê Umîd Tarhan ê bi nasnavê "Rêzan Amed" piştî ku li Berlînê bi rêxistinên PKKê re dixebite di sala 2009an da tevlî kadroyên PKKyê yên li çiyê dibe.

Roja 29ê Tebaxê droneke Tirkiyê otomobîleke çekdarên PKKê kire armanc û di encamê de 4 çekdar hatin kuştin.

Di vê derbarê de Dijeterora Kurdistanê ragihand, droneke artêşa Tirkiyê li nêzîkî gundê Behrava li nêzîkî komelgeha Xanesorê ya li qezaya Şingalê, otomobîleke çekdarên PKKê bombebaran kir

Ev nûçe bi tevahî 605 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:02:05