Hoşyar Zebarî: Armanca Iraq'e ew e ku Kurdistanê ji holê rabike
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistan û Wezîrê berê ya Karênderve yê Iraqê Hoşyar Zebarî da zanîn, ku armanca rêveberiya Bexda ew e ku Kurdistanê ji holê rabike.

Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî li ser rûpela xwe ya twîtterê behsa êrişên Iraqê li dijî Kurdistanê kiriye û gotiye, Iraq dixwaze Herêma Kurdistanê ji holê rabike, di demekî de hebûna Herêma Kurdistanê qanûnî ye û di Destûra Iraqê de jî hatiye.
Zêbarî her wiha gotiye, ji ber wê jî divê Iraq di çarçoveya Destûrê de Herêma Kurdistanê qebûl bike û rêzê li hêz û desthilata wê bigire.
Nûvekirina herî dawî: 11:01:31