Hoşyar Zebarî: Ebadî dev ji şertê betal kirina referandûmê berda
Endamê Koseya Siyasi ya Bilind û Wezîrê Karênderve yê Iraqê ya berê Hoşyar Zebarî, Serokwezîrê Iraq Heyder Ebadî şertê betil kirina referandûmê paşve kişand, got.

Endamê encûmena bilind a siyasî ya Kurdistanê Hoşyar Zêbarî di hesaba xwe ya civakî twîtterê de ragehand, îro serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêşmercê betal kirina encamên referandûmê dest lê berda.
Piştî pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê, Hewlêrê daxwaza guftûgo û danûstandinan li gel Bexda kir, lê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragehand, pêwîste berî pêkanîna her civînekê Kurdistan encamên referandûmê hilweşîne û rêveberiya kurd jî ev yek red kir.
Li gor Hoşyar Zêbarî ev nûçeyeke başe bo destpê kirina guftûgo û gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Nûvekirina herî dawî: 10:59:17