Kanada çekan nû ji Pêşmergeyan re dişîne

Wezareta Parastinê ya Kanadayê ragihand ku dest bi kirîna çekên sivik kiriye ta ku wan ji şervanên kurd ên li Iraqê re bişîne.

7 Sibat 2017 - 11:20
7 Sibat 2017 - 11:20
 0
Kanada çekan nû ji Pêşmergeyan re dişîne

Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin: "Kirîna çekan niha tê kirin. Armanc ew e ku zûtirîn dem wan çekan bigihînin".

Herwiha Kanada dê amûrên parasitan kesî, pergalên Pêwendîdayînê, alavên bijîşkî û optîkên wek kamere, dûrbîn jî bo pêşmergeyan dabîne bike.

Hêjayî gotinê ye ku Kanadayê ji Tebaxa 2014an ve çek û cebilxaneyê dişîne ji hêzên kurdî re ta ku piştgiriya wan di şerê DAIŞê de bike.

Kanada endameke Hevpeymana Navdewletî li dijî DAIŞê ye ku DYA serkêşiya wê dike.

Ev nûçe bi tevahî 1624 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:46:38