Li Amedê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin

Li parêzgeha Amedê yê Bakurê Kurdistanê, Mahmut Bîlgînê 40 salî di encama êrişeke çekdarî de canê xwe ji dest da.

16 Tîrmeh 2024 - 07:50
16 Tîrmeh 2024 - 07:50
 0
Li Amedê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin

Li gorî agahiyên, Mahmut Bîlgîn dema ku kamyoneta xwe li navçeya Dîcleyê ya Amedê diajot rastî êrişa çekdarî hat.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Bîlgînê ku bi giranî birîndar bir Nexweşxaneya Dewletê ya Dîcleyê.

Tîmên tenduristiyê paşê jî ji ber birîna wî ya dijwar, Bîlgîn veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê.

Mahmut Bîlgîn tevî midexaleya bijîşkan canê xwe ji dest da.

Hate zanîn ku Mahmut Bîlgîn birayê Abdussamed Bîlgînê ku serokê berê yê Şaxa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dîceleyê ye.

 

Ev nûçe bi tevahî 845 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:37:56