Li Efrînê şer di navbera grûpên çekdar de derket
Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê gelek caran şer di navbera grûpên çekdar de derdikeve

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de ye, şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de derket.
Çavkaniyên xwecihî li Efrînê belav kirine ku şer û pevçûn di navbera çekdarên grûpa Hemze û çekdarên Eşîra Miwalî li Efrînê de derket û di encamê de çekdarekî firqeya Hemze bi giranî birîndar bûye.
Heman çavkanî didin zanîn ku çekdarên Eşîra Miwalî xalên pişkinînê li derdora Efrîn danîne û çekdarên grûpa Hemze digirin.
Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê gelek caran şer di navbera grûpên çekdar de derdikeve li ser nakokiyên wan li ser dizî û proseyên qaçaxçêtiyê û rêyên wê û destdanîna ser malên Kurdan. Li Serê Kaniyê jî gelek caran ev yek çêbûye û çekdar jî li ser vê yekê hatine kuştin.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.
Nûvekirina herî dawî: 11:13:55