Serok Barzanî: Ji destdana Ezîz Gerdî ziyaneke mezin e

Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya zana, nivîskar û wergêrê mezin ê kurd Dr.Ezîz Ehmed Ebdullah naskirî bi Ezîz Gerdî peyameke sersaxiyê belav kir.

6 Hezîran 2022 - 12:12
6 Hezîran 2022 - 12:12
 0
Serok Barzanî: Ji destdana Ezîz Gerdî ziyaneke mezin e

Serok Barzanî îro roja duşemê 06.06.2022an peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Dr.Ezîz Ehmed Ebdullah naskirî bi Ezîz Gerdî kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: "Ezîz Gerdî tevahiya jiyana xwe ji bo xizmeta çanda gelê xwe û pêşxistina çanda nivîsandin û wergerandinê terxan kiriye. Ew stêrkeke geş a zanist û akademiya gelê kurd e û ji destdana wî ziyaneke mezin e."

Serok Barzanî got: “Ez sersaxiyê ji malbat, xizm û kesûkarên rehmetî Ezîz Gerdî û hemû nivîskar, mamostayên zanîngehan, nivîskar û rewşenbîrên kurd re dixwazim.

Di dawiya peyamê de wiha hat gotin: "Ez ji Xwedê dixwazim ku ruhê Ezîz Gerdî bibe bihuşt û sebr û aramiyê bide her kesî."

Ev nûçe bi tevahî 1009 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:58:51