Li Helebceyê avahiyên şaredarî, qaymeqamî û polîsê trafîkê hatin şewitandin

Li bajarê Helebceyê teqe li baregeha Liqa 12 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat kirin û Rêveberiya Şaredariya Helebceyê, avahiya Qaymeqamiyê û Binkeya Polîsê Hatûçûnê hat şewitandin.

23 Tebax 2020 - 03:08
23 Tebax 2020 - 03:08
 0
Li Helebceyê avahiyên şaredarî, qaymeqamî û polîsê trafîkê hatin şewitandin

Nûçegihanan li Helebceyê ragihand; çend kesan hewla êrîşkirina ser bargeha Liqa 12 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li bajarê Helebceyê dane û gulle berdane baregehê. Kargêriya partiyê jî dibêje; ew xwepêşander bûne.

Kiwêstan Ekrem, Serokê Şaredariya Helebceyê şeva din ragihand: “Mixabin Şaredariya Helebceyê û tiştên di nav avahiyê de hatine şewitandin.”

Herwiha Ragihandina Hatûçûna Helebceyê jî diyar kir: “Çend kesên alozker bi navê xwepêşanderan êrîş kirin ser avahiyê û şewitandin.”

Ev nûçe bi tevahî 736 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:02:24