Li Îzmîrê bi hinceta PKKyê 10 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Îzmirê ya Tirkiyeyê bi hinceta “propagandaya PKKyê” 10 kes hatin desteserkirin.

26 Berfanbar 2023 - 04:23
26 Berfanbar 2023 - 04:23
 0
Li Îzmîrê bi hinceta PKKyê 10 kes hatin desteserkirin

Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê, bi hinceta ku li ser medyaya civakî “propagandaya PKKyê” kiriye derbarê 4 kesan de û bi hinceta ji bo endamên PKKyê “çalakiya bîranînê” kiriye derbarê 6 kesan de biryara desteserkirinê da.

Hêzên ewlehiyê yên Îzmîrê, îro serê sibehê di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de bi ser malan de girt û 10 kes desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê 10 kesên ku hatibûn desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Îzmîrê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Ev nûçe bi tevahî 734 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:41:00