Meral Akşener: Maseya 6 partî êdî îradeya gel nîşan nade

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ragihand, ji bo berbijêriya serokkomariyê ligel 5 partiyên Hevpeymaniya Millet li hev nekirine.

3 Adar 2023 - 09:53
3 Adar 2023 - 09:53
 0
Meral Akşener: Maseya 6 partî êdî îradeya gel nîşan nade

Meral Akşener, piştî civîna ligel berpirs û parlamenterên partiya xwe konferansa rojnamevaniyê saz kir.

Akşener got: “Di civîna duh de me behsa berbijêrê serokkomariyê yê hevbeş kir. 5 partiyên opozîsyonê ligel berbijêriya Kilicdaroglu ne. Me bo berbijêriya serokkomariyê Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglu pêşniyar kir. Pêşniyarên me yên aqilane ji aliyê wan pênc partiyan ve hatin redkirin. Erka sereke ya li ser milê me, parastina welatê me ye. Maseya 6 partî êdî îradeya gel nîşan nade.”

Meral Akşener bang li Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglu kirk u di pêvajoya berbijêriya serokkomariyê de berpirsiyariyê werbigrin.

Ev nûçe bi tevahî 436 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:31:26