Mesrûr Barzanî: Baytocan hunermendekî welatparêz û jêhatî bû û xizmeta muzîka Kurdî ya resen kiriye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawiyê ya hunermend Beytocan peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi mixabiyneke mezin min nûçeya koça dawî ya hunermendê navdarê Kurd Baytocan bihîst. Xwedêjêrazî Baytocan hunermendekî welatparêz û jêhatî bû û xizmeta muzîka Kurdî ya resen kiriye.”
Serokwezîr Mesrûr got jî: “Pirse û sersaxiyê arasteyî malbat wî ya rêzdar dikim. Xwedêyê mezin û dilovan giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebr û sebr û aramiyê jî bide hemûyan.”
Hunermendê navdar Beytocan şeva borî di temenê 68 saliyê de li nexweşxaneyeke Stockholmê koça dawiyê kiribû.
Beytocan yek ji navdartirîn hunermendên Kurd bû û piraniya jiyana xwe ji bo xizmeta hunera Kurdî terxan kiribû. Ew sala 1955an de li Farqîna parêzgeha Diyarbekirê jidayik bûbû û ji sala 1991ê ve li Swêdê dijiya.
Nûvekirina herî dawî: 20:16:32