Mesrûr Barzanî bi boneya rêkeftina 11ê Adarê: Gelê Kurdistanê dest ji mafên xwe bernade
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Adarê peyamek di salvegera rêkeftina 11ê Adara 1970î de belav kir û tê de ragihand, “Em îro destkeftek girîng û dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bi serkêşiya rêberê me yê neteweyî Barzaniyê nemir bibîr tînin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “em careke din diyar dikin ku gelê Kurdistanê her tim xwastiye bi diyalog û rêyên aştiyane bigihe mafên xwe yên rewa.”
Tekez kir jî: “Di salvegera peymana 11’ê Adara 1970’an de, em careke din diyar dikin ku gelê Kurdistanê her tim xwastiye bi diyalog û rêyên aştiyane bigihe mafên xwe yên rewa. Lê ew ê bi her awayî mafên xwe yên destûrî biparêze û dest ji wan bernade.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Bi vê boneyê em tekezî li ser çareseriya bingehîn û dawî ya kêşeyên xwe yên ligel hikûmeta federal li ser bingehê rêzgirtina destûr, rêkeftin û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê dikin.”
di 11ê Adara 1970î de bi serokatiya Mistefa Barzanî rêkeftineke dîrokî di navbera gelê Kurd û hikûmeta Iraqê de hat îmzekirin, bi awayekî ku daxwazên şoreş û gelê Kurdistanê pêk hatibûn. Ew rêkeftin û nasîna mafên Kurdan, bûbû havêna beşeke mezin a destkeftên li pey wê.
Nûvekirina herî dawî: 11:02:25