Mesrûr Barzanî: Em dixwazin pêwendiyên xwe bi Îtalyayê re berfirehtir bikin
Îro Şemiyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgira Wezîrê Derve û Kordînasyona Navdewletî ya Îtalya Marina Sereni kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî û Cîgira Wezîrê Derve û Hevahengiya Navdewletî ya Îtalyayê Marina Sereni rewşa Iraqê, pêkanîna hikûmeta nû û pêwendiyên her du welatan gotûbêj kirin. Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew dixwazin peywendiyên xwe bi Îtalyayê re berfirehtir bikin.
Îro Şemiyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgira Wezîrê Derve û Kordînasyona Navdewletî ya Îtalya Marina Sereni kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku guftûgo li ser pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê, hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de hatine kirin.
Li gorî daxuyaniyê, Marina Sereni behsa peywendiyên navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê kir û amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re di warê bazirganî, aborî û veberhênanê de nîşan da.
Marina Sereni her wiha destnîşan kir, ew bi hêvî ne ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Îtalyayê bike û hevdîtinan bi Serokwezîrê Îtalyayê re bike.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku artêşa Îtalyayê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, piştevaniya Hêza Pêşmerge berdewam kiriye.
Nûvekirina herî dawî: 12:01:07