Mesûd Barzanî spasiya HDPê kir

Serokê berê yê Herêma Kuridstanê li ser dawetnameya HDPê ya ji bo Kongreya Mezin ya 3yem ya di 11ê Sibatê de peyamek şand û di wê peyamê de diyar kir ku ew nikare beşdarî kongreyê bibe û spasiya xwe pêşkeşî HDPê kir.

8 Sibat 2018 - 05:54
8 Sibat 2018 - 05:54
 0
Mesûd Barzanî spasiya HDPê kir

HDPê ji bo kongreya xwe ya roja yekşemê ji nûner û şandeyên partiyê yên siyasî re dawetname şandin û lîsteya ew ên ku dê beşdarî kongreyê bibin, eşkere kir.

Yek ji wan kesên vexwendî serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bû. Barzanî ji bo dawetnameya HDPê peyameke şand û di wê peyamê de spasiya HDPê kir û diyar kir ku ew dê nikaribe beşdarî kongreyê bibe. Hat destnîşankirin ku parlamenterên koma YNKê ya Parlamentoya Iraqê dê beşdarî kongreye bibe.

Li gorî lîsteya HDPê aliyên dê beşdarî kongreye bibin, bi piranî çepgir in.

Ev nûçe bi tevahî 1218 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:37:27