Nêçîrvan Barzanî: Koreya Başûr dostê me yê dilsoz e

 Serokê Herêma Kurdistanê di pîrozbahiya 20emîn salvegera destpêkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr de got, “Koreya Başûr dostê me yê dilsoz û gelekî baş e.”

13 Îlon 2024 - 06:50
13 Îlon 2024 - 06:50
 0
Nêçîrvan Barzanî: Koreya Başûr dostê me yê dilsoz e

Grûpa Zeytûnê ya artêşa Koreya Başûr sala 2004an hat Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî çalakiya pîrozbahiya 20 saliya hatina Grûpa Zeytûnê ya artêşa Koreya Başûr a Herêma Kurdistanê bû.

Pîrozbahî ji aliyê Konsulxaneya Koreya Başûr a Herêma Kurdistanê ve hat lidarxistin.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de li ser 20 saliya pêwendiyên Koreya Başûr û Herêma Kurdistanê got:

“Koreya Başûr dostê me yê dilsoz û gelekî baş bû û em spasiya hemû hevkarî û alîkariyên wan dikin.”

Di pîrozbahiyê de gelek berpirsên hikûmetê, dîplomat û kesayetiyên navdar amade bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku piştî derbasbûna 20 salan di ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr re heta niha jî dostaniyeke bihêz di navbera her du aliyan de heye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman:

“Hatina Grûpa Zeytûnê destpêka vekirina nûnertiya Koreyê ya li Herêma Kurdistanê bû ku ji ofîsa dîplomasî ya Balyozxaneyê sala 2016an veguherand asta konsulxaneyê.”

Konsulê Koreya Başûr ê Hewlêrê Seungcheol Lim jî di pîrozbahiya 20 saliya pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr de strana “Baran baran e” stran.

Ev nûçe bi tevahî 929 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:49:28