Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê wergirt

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin wergirt ku têde ji bo wê pêşwaziya germ a serdana wî ya 7 vê mehê ya bo Hewlêrê lê hatiye kirin, spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

23 Adar 2023 - 09:54
23 Adar 2023 - 09:54
 0
Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê wergirt

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin di nameya xwe de li ser serdana xwe ya bo Hewlêrê dibêje: “Ez kêfxweş bûm ku careke din tekezî li ser hêz û girîngiya hevbeşiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê li Iraqê bikim.”

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di nameya xwe ya bo Nêçîrvan Barzanî de, Austin tevî îşaretdana bi pêzanîn û gotûbêjên derbarê pêdagiriya hevbeş a her du aliyan bi yekcarî têkşikandina DAIŞê, tekîd li wê yekê kiriye ku hevkariya berdewam Amerîka û Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê ji bo Iraqeke aram û seqamgîr û xwedî serwerî pêwîst e.

Austin herwiha rola Nêçîrvan Barzanî di rêvebirina prosesa rêkxistin û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge li ser bingehê peymana li hevtêgihiştina hevbeş a Pentagonê ligel Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind nirxand. Xwesteka welatê xwe jî ya ji bo berdewamiya karê hevbeş digel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Ev nûçe bi tevahî 1205 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:51:55