Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin kir.

7 Adar 2023 - 11:23
7 Adar 2023 - 11:23
 0
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê kir

Nêçîrvan Barzanî û Lloyd Austin piştî civînê li Serokatiya Herêma Kurdistanê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.

Nêçîrvan Barzanî got "Em li ser wê yekê hevfikirîn ku çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo aramiya herêmê giring e.” Barzanî tekez kir ku, “Herêma Kurdistanê dê her dem bibe faktora aramiyê ji bo navçeyê... Em spasiya berdewamiya piştevaniya Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge dikin.”

Tê nûkirin...

Ev nûçe bi tevahî 698 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:02:21