Nêçîrvan Barzanî: Ti kesek nikare Kurdistan û Êzdiyan ji hev cuda bike
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ti kes nikare Kurdistan û Êzidiyan ji hev cuda bike, divê meziyan karesatê ji hemûyan re bê behskirin, ta ku bandorên li ser wê karesatê bên kêmkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya beşdariya di bîranîna heştemîn salvegera Êzidiyan de gotarek pêşkêş kir û ragihand, ti kes nikare Kurdistan û Êzidiyan ji hev cuda bike, divê meziyan karesatê ji hemûyan re bê behskirin, ta ku bandorên li ser wê karesatê bên kêmkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “Îro bi dilekî xemgîn salvegera heştemîn jenosîda Şingaliyan dikin ku mezintirîn karesata sedeya bîst û yekem e ku bi ser Êzidayan û gelê Kurdistanê de hatiye. Ev karesata bi destê teroristên DAIŞê hatiye kirin, bûye rûpeleke xwînî di dîroka Kurdistanê de ku 5 hezar jin, zarok û mêrên Êzidiyan bûn qurbanî.”
Herwaha got: “Heta niha 2717 Êzidiyên revandî ne, hîn jî 325 hezar Êzidî li kampan koçberan in, 100 hezar Êzidiyên koçberî welatên derve bûne, Şingal wêran bû û xelkê wê bê mal û milk bûn û di çend rojan de bi hezaran Êzidî hatin kuştin.”
Her wiha Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku Êzidî di gorên bikomî de hatin veşartin û bi hezaran keç û xwişkên Êzidî hatin revandin û firotin.
Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a gotara xwe de amaje bi wê da, bi zora çek hewl hat dayîn ku Êzidî ola xwe biguhêrin, pêwîst e mezinahiya vê karesatê li ber çavan be girtin, ji bo kar bê kirin ji bo bandora vê karesatê bên kêmkirin û êdî ev karesat dubare nebin.
Nûvekirina herî dawî: 15:35:43