Konsulê Holanda: Em amade ne hevkarî û hevahengiyê bi Hikûmeta Herêmê re bikin
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Hollandayê li Hewlêrê Hans Ackerbom kir

Konsulê Giştî yê Hollandayê li Hewlêrê Hans Ackerbom serdana Serok Mesûd Barzanî kir û ragihand, Hollanda amade ye bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevkarî û hevahengiyê bike ji bo pêşxistina pêwendiyan, bi taybet di warê teknolojiya çandiniyê û firehkirina sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê.
Serok Mesûd Barzanî îro 3ê Tebaxa 2022an, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Hollandayê li Hewlêrê Hans Ackerbom kir ku bi boneya bidawîhatina erkê wî û mebesta xatirxwastinê serdana Serok Barzanî kiribû.
Di hevdîtinê de, dawî pêşhatên siyasî yên Iraqê û egerên di nava proseya siyasî ya Iraqê hatin guftûgokirin.
Konsulê Giştî yê Hollandayê ragihand, rûmeteke mezin bû ku wî li Kurdistanê kar kiriye û di pêşerojê de jî ew her wek dostê gelê Kurdistanê dimîne.
Konsulê Giştî yê Hollandayê ragihand jî, Hollanda amade ye bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevkarî û hevahengiyê bike ji bo pêşxistina pêwendiyan, bi taybet di warê teknolojiya çandiniyê û firehkirina sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê.
Nûvekirina herî dawî: 00:58:23