Nivîskar Munzur Çem koça dawiyê kir

Nivîskar û zanayê kurd Munzur Çem li Almanya di temenê 75 saliyê de koça dawiyê kir.

12 Berfanbar 2022 - 04:37
12 Berfanbar 2022 - 04:37
 0
Nivîskar Munzur Çem koça dawiyê kir

Munzur Çem, bi navê din Huseyin Baysulen, sala 1947 li navçeya Kêxê ya Çewlîgê jidayîkbû. Dibistanên xwe yên navîn û Amadeyî li Dêrsimê, Kolêja Tendirustî li Diyarbekirê temam kir.

Munzur Çem ji ber sedemên siyasî beriya sala 1980 derket derve û li Swêdê bicîh bûbû, pişt re jî derbasî Almanya bû.

Munzur Çem ji salên 1970 ve li ser zimanê Kurdî û civaka Kurdistanê, rewşa Dêrsimê, komkujiyên dîroka nêzîk ya Kurdistanê mijûl bûye û nivîsên wî hatine weşandin. Her wiha damezrînerê Grupa Vate ye ku li ser zaravayê zazakî kar kirine.

Heta niha zêdetirî 30 pirtûkên Munzur Çem û sedan gotar û nivîsên wî bi zimanê Tirkî û zaravayê zazakî hatine weşandin.

Ev nûçe bi tevahî 1170 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:12:50