PAK-Ewropa, em gotara Dewleta Tirkiyê şermezar dikin

PAK-Ewropa, derbarê axaftinên serokkomarê Tirkiyê recep Tayî Erdoğan de daxûyanîyek belavkir. PAK-Ewropa da zanîn, em gotara Dewleta Tirkiyê rûreş dikin, Siyasetmedarên kurd ku li Swêd û Fînlandiyayê dijîn ne terorîst in.

24 Gulan 2022 - 11:07
24 Gulan 2022 - 11:07
 0
PAK-Ewropa, em gotara Dewleta Tirkiyê şermezar dikin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, penaberên kurd ku li Swêd û Fînlandiyayê dijîn terorîst, Swêd û Fînlandiyayê jî bi “hêlîna terorîstan” bi nav kir. Hukûmeta Tirk di derbarê siyasetmedarên kurd ku li her du welatan dijîn bi agahdarîyên xelet û ji rastiyê dûr, radigihîne. Em gotarên bi vî rengî protesto dikin.

Tirkiye, ji bo Swêd û Fînlandîya tevî NATOyê nebe kurdan wek alaveke şantajê bikartîne û ji bo vetokirina endambûna wan dewletan a ji bo NATOyê kurdan wek sedem destnîşan dide. Ev helwesta Tirkiyeyê, civata kurdan gelek diêşîne. Helbet Swêd û Fînlandiya siyaseta xwe ya derve, li gor menfeetên xwe û rastiya xwe, xwe bi xwe tayin dikin û li gor wê biryar digrin. Em hîvî dikin û her weha dixwazin bawer bikin ev her du welat wê li gor daxwaz û hêviyên Tirkiyeyê tevnegerin.

Dewleta Tirkiyeyê hîç tu maf û azadîya neteweyî, demokratîk ya kurdan qebûl nake. Di makezagon û qanûnên wan de, hîn jî zimanê kurdî wek tune tê hesibandin û tê qedexekirin. Dewleta Tirkiyeyê siyasetek antî-kurd daye ber xwe û her vê siyasetê dajo. Dewleta Tirkiyeyê, bi hezaran siyasetmedar, nivîskar, ronakbîrên kurd ku tu têkiliya wan bi tund û terorê tuneye, bi “endametiya rêxistina terorê” an “propogandaya rêxistina terorê” sûcdar dike û cezayên giran li wan dibire.

Em bangî hemû dewletên endamên NATOyê ne dikin, Dewleta Tirkiyeyê ya ku maf û azadîya kurdan, azadîya fikrî, olî, bawerî û ya xwebirêxistinkirinê tune dihesibîne û binpê dike, siyaseteke antî-kurd daye ber xwe, li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê operayon li ser operasyonan dike, axa kurdan yê derveyî sînorên xwe yê heyî jî, îşgal dike, bêjin êdî “bes” e.

Ev nûçe bi tevahî 761 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:02:21