Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg: "Divê fikarên Tirkiyeyê ji holê bên rakirin

Stoltenberg li Davosa bajaroka Swîsreyê di Foruma Aboriyê ya Dinyayê (WEF) da axivî

24 Gulan 2022 - 10:55
24 Gulan 2022 - 10:55
 0
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg: "Divê fikarên Tirkiyeyê ji holê bên rakirin

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg: "Di nava endamên NATOyê da herî zêde Tirkiyeyê ji ber êrîşên terorê zirarê dîtiye û ji bona fikarên Tirkiyeyê bên çareserkirin divê rêyek bê dîtin.

Stoltenberg li Davosa bajaroka Swîsreyê di Foruma Aboriyê ya Dinyayê (WEF) da axivî weke "Civîna Davosê" jî tê zanîn.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir gava Swêd û Finlandiya bibin endamê NATOyê wê ewlehiya kolektîf zêde bibe û got ku wê têkiliya Yekîtiya Ewropayê (YE) û NATOyê zexim bibe.

Stoltenberg got ku di nava endamên NATOyê da herî zêde Tirkiyeyê ji ber êrîşên terorê zirarê dîtiye û ji bona fikarên Tirkiyeyê bên çareserkirin divê rêyek bê dîtin.

Ev nûçe bi tevahî 764 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:20:49