Mesrûr Barzanî di panela Davosê de axivî: Êrîşa ser Hewlêrê nîşan da ku...
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 24ê Gulanê li Forûma Aborîya Cîhanê ya Davosê di panela bi sernavê Ewlehiya Rojhilata Navîn de axivî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 24ê Gulanê li Forûma Aborîya Cîhanê ya Davosê di panela bi sernavê Ewlehiya Rojhilata Navîn de axivî.
Di panela ku wezîrên derve yên Erebistana Siûdî, Urdin û Kuweytê jî beşdarî kirin de, Mesrûr Barzanî destpêkê bal kişand ser şerê Ukraynayê da zanîn, bandora wê li ser hemû dinyayê heye û krîzeke ewlehiya xurekê ji niha ve derketiye holê ku nabe were piştguhkirin.
Li ser biryara Dadgeha Federalî ya derbarê firotina petrol û gaza Kurdistanê de Mesrûr Barzanî da xuyakirin ku biryara Dadgeha Federal siyasî û ew wê biryarê bicih nayînen.
Serokwezîr Barzanî da xuyakirin ku pêwîste ewlehiya herêmê bi giştî were berçavkirin û nirxandin.
Mesrûr Barzanî bal kişand ser hilbijartinên Iraqê û got ku di hilbijartinên dawî de xelkê dengê xwe bikar anî, hevpeymanî hatin avakirin, lê belê aliyên ku di hilbijartinan de bi ser ketine nekarîne hikûmetê ava bikin û got; “Pêdiviya Iraqê bi piştevaniyê heye. Divê civaka navdewletî, Amerîka û welatên Ewropî û welatên din ên berjewendiyên wan li herêmê hene bibin alîkar.”
Serokwezîr Barzanî, li ser destwerdanên derve yên siyasî û leşkerî bi ser Iraqê û Herêma Kurdistanê de jî got, divê hemû welat rêzê li serweriya Iraqê bigirin.
Herwiha ji bo êrîşa ser Hewlêrê jî diyar kir ku çend armancên êrîşên ser Hewlêrê hebûn û got, “Êrîşa ser Hewlêrê nîşan da ku bandora welatên din li ser Iraqê gelekî zêde ye
Nûvekirina herî dawî: 11:12:51