PDK dê îro şandeke nû ya danûstandinan bişîne Bexdayê
Biryar e îro şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo destpêkirina gotûbêjan ligel aliyên Iraqî ji bo pêkanîna hikûmeta nû serdana Bexdayê bike.

Malpera fermî ya PDKê di vê derbarê de ji ser zarê jêderekî payebilind ê PDKê ragehadiye ku şandeke nû ya danûstandinan ji aliyê Serok Barzanî ve bo nûneratiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di danûstandinên ligel aliyên Iraqî yên bo pêkanîna hikûmeta nû de hatiye avakirin.
Herwiha wî berpirsê PDKê aşkere jî kiriye şana PDKê bi serokayetiya Dr. Fuad Husên û Dr.Şaxewan Ebdulla û Bengîn Rêkanî pêkhatiye
Ji aliyê xwe ve endamê şanda PDKê Bangîn Rêkanî, ragihand: ‘’Şanda PDKê dê roja duşemê 20.6.2022ê serdana Bexdayê bike û li gel aliyên Iraqî bicive û danûstandinan li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bike.
Herwaha got Rêkanî got: PDK hemû hewlên xwe dide ji bo rêkeftinekê daku Iraq ji rewşa nehevseng derbikeve û berê jî pêngavên PDKê di vê rêyê de bûn ku têgihîştinê di navbera aliyên siyasî de çêbike
Nûvekirina herî dawî: 03:29:19