PDK: Parlemento sibê dicive...
Gorî daxûyaniya Rêveberiya Ragihandina Parlamentoya Kurdistanê tê gotnin, ku bi îmzeya rêjeya yasayî ya parlamenteran dê roja Pênşemê parlamento kom bibe.

Rêveberiya Ragihandina Parlamentoya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir: “Di demekê de ku Kurdistan di nava rewşeke çarenivîsaz de ye, pêwîste Parlamentoya Kurdistanê jî rola xwe ya dîrokî bilîze.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, ku bi îmzeya rêjeya pêwîst a endamên parlamentoyê, biryar hatiye dayîn roja Pênşemê 14-09-2017, parlamento were çalakirin.
Serokê Koma Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Omîd Xoşnav jî ji Rûdawê re got: “Li gorî rêkeftina di navbera aliyan de hatiye kirin, sibe rûniştina parlamentoyê tê kirin û ji bo vê yekê jî hemû rêkariyên yasayî hatine kirin.”
Nûvekirina herî dawî: 09:46:42