Şandeka hikûmeta Kurdistanê bo mesela neft û gazê diçe Bexdayê

Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê ragehand, şandeka hikûmetê dê bo mesela neft û gazê serdana Bexdayê bike.

7 Avrêl 2022 - 07:00
7 Avrêl 2022 - 07:00
 0
Şandeka hikûmeta Kurdistanê bo mesela neft û gazê diçe Bexdayê

Berdevkê hikûmeta Kurdistanê, Cotyar Adil ji kanala K24 re gotiye, şandeka hikûmeta Kurdistanê roja 11 vê mehê diçe Bexdayê û bi berpirsên Iraqî re li ser mesela neft û gaza Kurdistanê hevdîtin dike.

Cotyar Adil her wiha gotiye, hikûmeta Kurdistanê gelek caran ragehandiye amade ye di hemû astekî de bi Bexdayê re danûstandin bike da ku tevahiya nakokî û pirsgirêkan bên çareserkirin.

Ev nûçe bi tevahî 695 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:57:27