Serok Barzanî: Mafê pêşmergeyên rojavaye vegerin deverên xwe

Serokê herêma Kurdistanê ragîhand; jibilî PYDê, mafê kurdên din jî ye vegerin deverên xwe û ew piştevanîyê li vegerandina pêşmergeyên rojava bo deverên wan dikin.

20 Sibat 2017 - 03:07
20 Sibat 2017 - 03:07
 0
Serok Barzanî: Mafê pêşmergeyên rojavaye vegerin deverên xwe

Di çarçovê sêyem roja kongreya asayîşa cîhanî da li Myonşin, şanda herêmê bi serokatîya Mesûd Barzanî di gel Bînalî Yildirim serok wezîrên Tirkîyê kombû û dawî pêşhatên deverê û şerê dijî terorê û peywendîyên herêm û Tirkîyê, gotubêj kirin.

Li gorî ajansa Anadol, piştî kombûnê Barzanî bersiva pirsên hijmareka medyakarên Tirkîyê daye û amaje bi hêza Tirkîya li Başîkê kirîye û daye zanîn, li destpêkê biryarbû hêza Tirkîyê li kempa Başîkê, meşqê bi hêzên Îraqî biket, lê çend pirsgirêk derketin û di serdana xwe ya Bexda û Hewlêrê da, serok wezîrên Tirkîya, ew pirs care kir.

Derbarê hêza pêşmergeyên Roj, Barzanî ragîhandîye ku herçende di kombûna îro da, ew babet nehat gotubêj kirin, lê jibilî PYDê, mafê Kurdên din jî ye vegerin rojavayê Kurdistanê û ew piştevanîyê li vegerandina pêşmergeyên rojava bo deverên wan dikin.

Serokê herêmê da zanîn jî: ew dê berdewambin di berhingarbûna terorê da û spasya piştevanîkirin û hemahengîya welatên hevpeyman kir.

Ev nûçe bi tevahî 1219 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:32:29