Serok Barzanî: 23 sal beriya niha destpêka bidawîhatina desthilata sitemkariyê bû

Serok Mesûd Barzanî di salvegera şehîdkirina Mihemed Mihemed Sadiq Sedir û du kurên wî de, twîtek belav kir.

4 Hezîran 2022 - 03:24
4 Hezîran 2022 - 03:24
 0
Serok Barzanî: 23 sal beriya niha destpêka bidawîhatina desthilata sitemkariyê bû

Serok Mesûd Barzanî di salvegera şehîdkirina Mihemed Mihemed Sadiq Sedir û du kurên wî de, twîtek belav kir û ragihand, 23 sal beriya niha destpêka bidawîhatina desthilata sitemkariyê bû.

Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û diyar kir: “Şehîdbûna Ayetullah Mihemed Mihemed Sadiq Sedir û du kurên wî 23 sal berê, navnîşana serîhildana li ber zilmê bû û destpêka bidawîhatina desthilata zilm û sitemkariyê bû.”

Serok Barzanî herwiha di twîta xwe de dibêje: “Di salvegera şehîdbûna wan de silav li ruhên wan ên pak.”

Ev nûçe bi tevahî 535 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:40:20