Serok Barzanî daxwaza kûrkirina ferhenga pêkvejiyan û biratiyê dike

Serok Barzanî di cejna Cemayî ya Êzidiyan de, daxwaza kûrkirina ferhenga pêkvejiyan û biratiyê di navbera tevahiya pêkhateyên olî û netewî dike.

6 Cotmeh 2018 - 09:46
6 Cotmeh 2018 - 09:46
 0
Serok Barzanî daxwaza kûrkirina ferhenga pêkvejiyan û biratiyê dike

Serok Barzanî bi boneya hatina cejna Cemayî ya Êzidiyan li malpera xwe pîrozbahiya xwe arasteyî hemû xwişk û birayên Êzidiyan li Kurdistan û hemû cîhanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Hêvîdar im ev çejn bibe sedema xweşî û aramiya xwişk û birayên Êzidî û bikarin hemû salan cej û xweşiyên xwe di aştî û asûdeyê de bikin.”

Herwiha got: “Bi vê boneyê tekez dikim ku pêwîst e hemû alî kar bo kûrkirina ferhenga pêkvejiyan, biratî û tebayî di navbera hemû pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê bikin û biparêzin.”

Ev nûçe bi tevahî 792 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:09:26