Serok Barzanî li ser girtina Rêbwar Talebanî daxuyaniyek belav kir

Nivîsingeha Serok Barzanî berî demekê derbarê biryara desteser kirina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî daxuyaniyek belav kir û ragehand ku, biryar dirêjpêdana xiyaneta 16 Cotmehê ye.

4 Hezîran 2018 - 02:46
4 Hezîran 2018 - 02:46
 0
Serok Barzanî li ser girtina Rêbwar Talebanî daxuyaniyek belav kir

Ev jî têkista daxuyaniyê ye:

Daxuyaniyek ji nivîsingeha Serok Mesûd Barzanî:

Derkirina biryara girtina Rêbwar Talebanî dirêjpêdana xiyaneta 16 Cotmehê ye, karên bi vî awayî weke girtin û sizadana xelkê niştîmanperwer xiyaneta wan jinav nabe.

Ewa derheqê Rêbwar Talebanî de hatiye kirin ji ber helwesta wî ya niştimanî, kurdperwerî û adperwrî bû, hemû alî vê rastiyê dizanin niha jî hemû kurdên dilsoz piştgiriya Rêbwar Talebanî dikin û Serok Barzanî jî bi hemû hêza xwe piştgiriya wî dike.

Ev nûçe bi tevahî 2216 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:42:20