Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê kir

Serok Barzanî li Selahedîn pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan kir û rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên her du aliyan gotûbêj kirin

24 Tebax 2023 - 11:55
24 Tebax 2023 - 11:55
 0
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê kir

Serok Barzanî li Selahedîn pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan kir û rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên her du aliyan gotûbêj kirin.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, îro Pêncşemê 24ê Tebaxa 2023an, Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û şanda ligel wî kir.

Hat diyarkirin, di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên her du aliyan danûstandina fikr û ramanan hat kirin.

Ev nûçe bi tevahî 984 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:28:58