Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê kir
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de behsa peywendiya telefonî ya meha borî ya navbera Serok Barzanî û Serokê Frans

Îro dûşem 20.06.2022 li bajarê Hewlêrê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransa Olivier Decottignies kir û di civînê de behsa peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransa û peywendiya telefonî ya meha borî ya navbera Serok Barzanî û Emmanuel Macron Serokê Fransa hat kirin.
Di hevdîtinê de her wiha li ser rewşa siyasî ya Iraqê û senaryo û îmkanên proseya siyasî ya Iraqê di qonaxa bê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên siyasî û ewlekarî yên li Sûriyê û paşeroja gelê Kurd li Sûriyê jî hatin gotûbêjkirin.
Nûvekirina herî dawî: 16:27:51