Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryara Almanyayê kir

Hikûmeta Almanyayê biryar da, dema mana hêzên xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê dirêj bike û ev biryar di çarçoveya rizamendiya parlamentoya Almanyayê de ye.

13 Çile 2022 - 01:55
13 Çile 2022 - 01:55
 0
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryara Almanyayê kir

Li ser vê mijarê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê pêşwazî kir û pesnê biryara Almanyayê da.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Ez pêşwazî û sitayîşa biryara hikûmeta Almanyayê dikim ji bo dirêjkirina dema mana hêzên xwe li Iraqê û ez hêvî dikim parlamento jî pesend bike.”

Herwiha destnîşan kir: “DAIŞ ji bo aştî û asayîşa navdewletî hê jî gef e û hewla hevbeş a berdewam ji bo rûbirûbûn û jinavbirina terorê pêwîst e.”

Ev nûçe bi tevahî 601 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:00:51