Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Xelkê Kurdistanê hêjayî keşeke aram e ji bo xizmeta zêdetir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de piştevaniyê li destpêşxeriya Serok Barzanî dike ji bo aştiya niştimanî.

Roja 12ê Gulana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em pêşwazî û piştevaniyê li destpêşxeriya Cenabê Serok Barzanî dikin ji bo aştiya niştimanî.”
Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hatiye diyarkirin: “Xelkê Kurdistanê hêjayî keşeke aram e ji bo xizmeta zêdetir. Her wek cenabê wî kerem kiriye; bihêziya di yekbûna me de ye.”
Roja 11ê Gulana 2023an, Serok Mesûd Barzanî di gotara xwe ya merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de ji aliyên siyasî yên Kurd daxwaz kir, ji bo dîtina çareseriya kêşeyên navçeyê, beriya 18ê vê mehê, civîneke mezin saz bikin.
Nûvekirina herî dawî: 21:34:24