Tirkiye: 3 PKKyî li sînorê Xelîfan hatin kuştin

Ajansa îstixbarata Tirkiyê (MIT) ragihand ku wan 3 çekdarên PKKê li navçeya Xelîfan a ser bi qezaya Soranê ve li li Başûrê Kurdistanê kuştine.

12 Îlon 2022 - 07:21
12 Îlon 2022 - 07:21
 0
Tirkiye: 3 PKKyî li sînorê Xelîfan hatin kuştin

Li gor nûçeya ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê, ajansa îstixbarata wî welatî (MIT) di operasyonekê de li navçeya Xelîfanî ya navçeya Soranê 3 çekdarên PKKê kuştin.

Yek ji PKKyiyên ku mirine bi Vîdat Aksaç ê bi nasnav Şahan tê naskirin, berê wî bi nihênî ji bo PKK’ê dixebitî û di sala 2015’an de perwerdehiya terorê û bombekirinê wergirtiye.

Berî niha saziya Dije terorê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû, êvara roja duşemî 5\9\2022 firokeyeke bê firokevan a nenas li Deşta Balîsan de, hêzeke çekdarên PKKê kiriye armanc.

Li gorî agahiyan, komên çekdar ên PKK’ê ji sînorê rêveberiya Raperînê reviyan û li Geliyê Balîsanê bûn hedefa balafirên bê mirov.

Du roj piştî bûyerê, di 7ê Îlona 2022an de, PKKê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku li sînorê Xelîfan 5 gerîlla hatine armanckirin û 3 ji wan hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Ev nûçe bi tevahî 759 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:34:15