Wezareta Derve ya Amerîkayê: Herêma Kurdistanê hevbeşeke me ya stratejîk e

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Herêma Kurdistanê hevbeşeke stratejîk a Amerîkayê ye.

28 Adar 2023 - 04:30
28 Adar 2023 - 04:30
 0
Wezareta Derve ya Amerîkayê: Herêma Kurdistanê hevbeşeke me ya stratejîk e

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel ragihand, Iraq û Herêma Kurdistanê hevbeşên stratejîk ên Amerîkayê ne û rayedarên Amerîkayê bi awayekî berdewam daxwazê ji Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku nakokiyên xwe yên derbarê budce û yasaya petrol û gazê de çareser bikin.

Vedant Patel tekez kir ku pêwendî û pabendiyeke demdirêj a Amerîkayê ligel Herêma Kurdistanê heye.

Patel diyar kir, ew agahdar in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide ligel Hikûmeta Iraqê bigihin encamekê.

Herwiha eşkere kir ku Amerîkayê ji Iraq û Tirkiyê daxwaz kiriye ku dest bi hinardekirina petrolê bi rêya boriyên petrolê yên Iraqê bikin û qutkirina hinardekirina petrolê sûdê nagihîne ti aliyekî.

Ev nûçe bi tevahî 465 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:16:30