Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyê hat Herema Kurdistan'ê

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar hat Hewlêrê.

24 Tebax 2023 - 08:48
24 Tebax 2023 - 08:48
 0
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyê hat Herema Kurdistan'ê

Bayraktar, dê beşdarî hevdîtina Hakan Fîdan û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bide.

Hakan Fîdan jî li Hewlêrê ye

Piştî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar jî hat Herêma Kurdistanê.

Bayraktar, li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, ji aliyê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê yê bi wekalet Kemal Mihemed û Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ve hat pêşwazîkirin.

Nûçegihanê Rûdawê Rence Cemal da zanîn ku dê Bayraktar beşdarî hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan bibe.

Herwiha dê mijara hinartina petrola Herêma Kurdistanê mijara sereke ya hevdîtinên Alparslan Bayraktar be.

Ev nûçe bi tevahî 718 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:41:17